Meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu’ destpê kir

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê meşa “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” destpê kir.

Meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu’ destpê kir
14 sibat, 2026   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya salvegera 27’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin ba hev û bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” meşeke girseyî lidar dixin.

Gel li Boulevard de Lyon kom bû, posterên Rêber Apo û alên YPG û YPJ’ê hildan û dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Gel wê heya Place de ètoile bimeşe ku wê li wir mîtîng were lidarxistin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, nûnerên KCDK-E û TJK-E’yê û nûnerên saziyên din wê di mîtîngê de baxivin.

Hunermend Comert û Nûarîn jî wê stranên berxwedanê vebêjin.