Mehmûd El Mislet: Em ê li gor baweriya gelê Sûriyeyê bin

Hevsrokê MSD`ê Mehmûd El Mislet got: "Em ê li gor baweriya gelê Sûriyeyê bin û dê hewl bidin çareseriyên guncew ji aloziyê re bibînin."

Mehmûd El Mislet: Em ê li gor baweriya gelê Sûriyeyê bin
21 kanûn, 2023   09:23
REQA

Di kongreya 4`emîn a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de Mehmûd El Mislet û Leyla Qereh Man li şûna Riya Dirar û Emîne Omer, hatin hilbijartin û bûn hevserokên nû yên MSD`ê. 

El Milset di daxuyaniya xwe ya yekemîn de piştî hilbijartinê got: "Di vê karnevalê de em bûn şahidê daweteke demokratîk a mezin."

Her wiha El Mislet hêvî kir ku pêşeroja Sûriyeyê baştir be, dê wek tîmekê kar bikin. El Mislet spasiya hewldanên berê yên MSD`ê kir û got: "Em ê li gor baweriya gelê Sûriyeyê bin. Çareserkirina aloziya Sûriyeyê divê sûriyeyî-sûriyeyî û beyî destwerdana derve be. Em ê xwe bigihînin tevahî dostan û welatên dost ji bo ku çareseriyan bibînin."

El Mislet di dawiyê de got: "Hêviya me bi tîma niha heye. Em ê hewl bidin çareseriyan bibînin."

(şx)

ANHA