Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Eriş bê bersiv namînin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk daxuyanî da û diyar kir "Rola me dê ne parastin be. Madem gelê me tê hedefgirtin, hêzên me soz didin şêniyan ku bersiva guncaw bide van êrişan."

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Eriş bê bersiv namînin
26 cotmeh, 2024   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmên "Mertalê Firatê” gundên li eniyên şer û yên dora wê topbaran dike.

Her wiha meclisê da zanîn ku dewleta Tirk baregehên hêzên meclisê topbaran kiriye û di encama êrişan de zarokek şehîd bûye û gelek kes ji malbata wê û gelek şênî birîndar bûye, gelek malên şêniyan wêran bûne.

Meclisê “êrişên hovane" yên dewleta Tirk û helwesta Rûsyayê û bêdengiya wê ya li hember van êrişan şermezar kir.

Meclisê da zanîn ku bersivandin û parastina rewa mafê wan e û heke ev êriş ranewestin dê baregehên dijmin û komên girêdayî wî bikin armanc.

Meclisê wiha domand: "Bersiva me dê ne parastin be. Madem gelê me rasterast tê hedefgirtin, hêzên me soz didin gelê Minbicê ku bersiva guncaw bidin van êrişan. Em berpirsên parastina gel in."

 (şx)