Meclisa Îslamî ya Elewiyan li Lubnanê êrişa li Humsê şermezar kir

Meclisa Îslamî ya Elewiyan li Lubnanê teqîna li Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li taxa Wadî El Dehab a Humsê pêk hat, şermezar kir û daxwaz kir ku herêmên peravê yên Sûriyeyê û kêmneteweyên li Sûriyeyê têkein bin parastina navneteweyî.

Meclisa Îslamî ya Elewiyan li Lubnanê êrişa li Humsê şermezar kir
26 kanûn, 2025   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewiyan li Lubnanê, Şêx Elî Qedûr, daxuyaniyek da û teqîna ku li Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li taxa Wadî E Dehab a Humsê pêk hat şermezar kir û ew wekî "êrişeke terorîstî ya tirsonek" bi nav kir 

Meclisa Îslamî ya Elewiyan matmayîbûna xwe li hember bêdengiya navneteweyî ya li ser kuştin, koçberî û birçîkirina ku Elewî ji salekê zêdetir rastî hatine, anî ziman û diyar kir ku desthilatdarên heyî yên li Şamê nikarin pirsgirêkên ewlehiyê çareser bikin û li dijî terorîzmê şer bikin, her wiha nikarin şert û mercên jiyanê yên bingehîn çareser bikin.

Meclisa her wiha daxwaz kir "herêmên peravê yên Sûriyeyê û kêmneteweyên li Sûriyeyê têkein bin parastina navneteweyî û benda 7`mîn Peymana Neteweyên Yekbûyî were aktîfkirin, heta  ku sîstemek rêveberiyê da ku ewlehiya her kesî bê cudakarî misoger bike, were avakirin. "

(k)