Meclisa Îslamî ya Elewî ya Sûriye hilbijartinên parlemantoyê red kir

Nivîsgeha Koordînator û Têkilyên Giştî ya Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind a Sûriye û derveyî welêt, hilbijartinên parlamentoyê yên Sûriyeyê bi temamî red kir ku Ehmed El Şeri propagandaya wê dike.

Meclisa Îslamî ya Elewî ya Sûriye hilbijartinên parlemantoyê red kir
23 tebax, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind a Sûriye û derveyî welêt têkildarî hilbijartinên parlamentoyê ku Ehmed El Şeri propagandaya wê dike, daxuyaniyek weşand. 

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku propaganda, hêviyên gel temsîl nake û bi meclisa “El Şeri û HTŞ`ê wesifand”.

Meclisê destnîşan kir ku li gorî ragihandina destûrî ya redkirî, El Şeri dikare sêyeka endamên meclisê rasterast tayîn bike û ev jî piştrast dike ku hilbijartin dereweke aşkera ye û perdeyeke ji bo tayînkirineke giştî ye.

Meclisê di daxuyaniyê de wiha nivisî: “Wek Nivîsgeha Koordînator a Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind a Sûriye û derveyî welêt, piştrast dikin ku ev parlamento (meclisa gel) batil e û em wê bi temamî red dikin. Desthilateke demkî ya nerewa nikare meclisekê bi navê `Meclisa Gel` tayîn bike û di heman demê de mafê herî besît ê gel desteser dike. Lewma em bang li gelê xwe dikin ku hilbijartinan boykot bikin, tev li nebin. Ji ber ku ger tev li bibin, wê demê rewabûnê didin desthilateke nerewa û rewşa halê hazir disepînin ku li dijî vîna sûriyeyiyan e.”

Meclisê diyar kir ku tenê gelê azad rewabûnê dide desthilatê, ne bi rêya şanoyên sexte ku bi rêya wê dixwazin şêniyan bixapînin û desthilata hikumetê li ser hesabê siberoja welêt bisepînin.

(şx)