Meclisa Gelan qanûna birêxistinkirina erkên saziyên Rêveberiya Xweser erê kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, qanûna birêxistinkirina erkên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk erê kir.

Meclisa Gelan qanûna birêxistinkirina erkên saziyên Rêveberiya Xweser erê kir
24 cotmeh, 2024   15:27
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh civîna xwe ya 108`an li dar xist. Di civînê de erkên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê nîqaş kirin. Civînê îro jî dewam kir.

Di roja duyemîn a civînê de, hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk Sîham Qeryo û Ferîd Etê, cîgirê hevserokên meclisê Yasir Silêman, şêwirmenda meclisê Turfe Osman, endama Dîwanê Hevpeymana Civakî Foza Yûsif, hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser Rîma Berakat û Nebîl Cawîş û hevserokên meclisên rêveber ên kantonan, hevserok û endamên meclisên gelan hazir bûn.

Îro, nîqaşkirina qanûna birêxistinkirina erkên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, made bi made berdewam kir. Made ji 8 beşên pênaseyên komîn, tax, meclisên bajarokê, kanton û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên.

Navê meclisê, desteya ewlehiyê û parastinê hate guhertin û bû Desteya Ewlehî, Parastin û Xweparastinê. Desteya Parastinê ya kantonê bû Meclisa Leşkerî ya kantonê, Komîteya Malî bû Meclisa Desteya Malî, navê goristanên şehîdan bû “pakrewangehên şehîdan”.

Piştî nîqaşkirinê Meclisa Gelan a Demokratîk madeyên qanûnê bi giştî erê kirin û ketin meriyetê.

(şx)

ANHA