Meclisa Demokratîk a Gelan: Armanca dewleta Tirk ji Bendava Tişrînê wêdetir e

Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Firatê diyar kir ku "Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Bendava Tirşînê dixwaze herêmên rojhilatê çemê Firatê û bajarê Kobanê ku di berxwedana têkbirina terorê de bûye sembokeke navneteweyî, dagir bike."

Meclisa Demokratîk a Gelan: Armanca dewleta Tirk ji Bendava Tişrînê wêdetir e
1 sibat, 2025   12:52
KOBANÊ

Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li bajarê Kobanê bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî hat xwendin.

Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan Rewşen Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Hate diyarkirin ku armanc ji van êrişan tirsandina sivîlan, koçberkirina wan, valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û pêkanîna guhertina demografiyê ye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên li ser Bendava Tişrînê jî hate kirin û wiha hat domandin: "Dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê dixwazin Bendava Tişrînê ya stratejîk a ku av û ceyranê dide herêmê bixin bin kontrola xwe. Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser bedena bendavê de balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek û obîsan bi kar tîne. Ev êriş xetereyeke mezin li ser heykela bendê çêdike, dibe ku bide sedema hilweşîna bendavên din, di enamê de jiyana bi mîlyonan sivîlên li Sûriye û Iraqê yên li rex çemê Firatê bi xetereyê rû bi rû bihêle û karaseteke jîngehî û çandinî çêbibe."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jê kontrokirina bendavê zêdetir, dagirkirina herêmên rojhilatê çemê Firatê, bi taybetî bajarê Kobanê ye ku DAIŞ’ê têk biriye û bûye sembola navneteweyî ya têkbirina terorê. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze xeyalê xwe yê zindîkirina sultaniyeta Osmaniyan vegerîne.

Berxwedana gel û QSD’ê ya li hemberî êrişan jî hat silavkirin û wiha hat domandin: "Dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber binkeftina xwe ya kontrokirina bendavê, li Sûka bajarê Sirînê hemû kîna xwe li hemberî sivîlan vala kir. Di encamê de gelek sivîl û zarok jî di nav de şehîd bûn.  Ev yek kîna kor a dewleta Tirk a dagirker a li hemberî tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dike. Ji ber vê yekê wekî erkeke exlaqî divê tevahî cîhanê serokê dewleta Tirk a dagirker wekî terorê herî mezin li cîhanê bibîne."

Di dawiya daxuyaniyê de bang Koalîsyona Navneteweyî, civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlan û binesaziya herêmê bigirin.

(bb)

ANHA