Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê ne

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî, beriya demek kurt li gel nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê Tom Barrack gihaşt Hewlêrê.

Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê ne
17 ÇILE, 2026   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, beriya demeke kurt fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û nûnerê Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) yê Sûriyeyê Tom Barrack gihaştin Hewlêrê.

Tê payîn ku her du alî di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên ji bo pêşîgirtina li pevçûneke berfireh a di navbera hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û QSD’ê de bicivin.