Malbatên şehîdan geşedanên dawî nirxandin û piştgirî da QSD û YPJ`ê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê di civînekê de geşedanên dawîn nirxandin û bi daxuyaniyekê piştgirî da QSD û YPJ`ê.

Malbatên şehîdan geşedanên dawî nirxandin û piştgirî da QSD û YPJ`ê
Malbatên şehîdan geşedanên dawî nirxandin û piştgirî da QSD û YPJ`ê
Malbatên şehîdan geşedanên dawî nirxandin û piştgirî da QSD û YPJ`ê
Malbatên şehîdan geşedanên dawî nirxandin û piştgirî da QSD û YPJ`ê
Malbatên şehîdan geşedanên dawî nirxandin û piştgirî da QSD û YPJ`ê
Malbatên şehîdan geşedanên dawî nirxandin û piştgirî da QSD û YPJ`ê
15 ÇILE, 2025   13:58
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê, ji bo şîrovekirina rewşa dawîn a li herêmê û Sûriyeyê, civînek ji malbatên şehîdan ên bajarê Tirbespiyê û gundewarên wê re li dar xist. 

Civîn li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pêk hat.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî El Seyid di civînê de axivî. Hêvî geşedanên dawîn şîrove kirin û got: “Ji me hemûyan tê xwestin ku em amade bin û li kêleka hêzên xwe bin.”

Hêvî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her çi qas êriş dikin lê QSD bersiva wan dide û li bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî dimeşînin.

Hêvî di dawiyê de got: “Wek malbatên şehîdan em ê heya dawiyê li pey fikra Rêber Abdullah Ocalan bin û li pişta hêzên xwe ên parastinê bin."

Piştî civînê, li heman cihî meclisê daxuyaniyek da û piştgiya xwe bi QSD û YPJ`ê ragihand. Daxuyanî ji hêla hevserokê meclisê Mihemed Salih ve bi zimanê erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew wek malbatên şehîdan piştgiriya hêzên QSD û YPJ`ê dikin.

 (ex/k)

ANHA