Malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê 

Li bajarê Qamişlo malbatên dîlgirtiyan derketin xwepêşandanê û daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kir.

2 nîsan, 2026   14:22
QAMIŞLO

Malbatên sivîl û şervanên bi xedarî ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve meha Çileyê hatin girtin, li Çerxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo derketin xwepêşandanê. Di xwepêşandanê de bang li aliyên têkildar kirin ku çarenûsa zarokên wan zelal bibe.

Di xwepêşandanê de wêneyên dîlgirtiyan rakirin. Di xwepêşandanê de malbatan xwest çarenûsa zarokên wan zû zelal bibe û hemû dîlgirtî serbest werin berdan. Her wiha diyar kirin ku aramî di jiyana wan de çênabe heyanî ku zarokên wan vegerin.

Xwepêşandanan anî ziman ku divê aliyên têkildar mirovî û qanûnî li ser dosya dîlgirtiyan bixebitin û dîlgirtiyan di demeke kin de serbest berdin.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî di civîna xwe ya bi malbatên dîlgirtiyan de agahî dabû ku hezar û 70 sivîl û şervan di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne.

ANHA