Li Xezayê 33 hezar kes hatine kuştin

Hejmara kesên di êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezayê de hatine kuştin, bû 33 hezar û 91.

Li Xezayê 33 hezar kes hatine kuştin
5 nîsan, 2024   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê Eşref El Qudra têkildarî êrişên Îsraîlê yên 182 roj e li dijî Xezayê didomin, daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawîn de di êrişên Îsrailê yên li dijî Xezayê de 45 filistîniyên din hatine kuştin û 82 filistînî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve li dijî Xezayê de, hejmara kesên hatine kuştin, bû 33 hezar û 91 û hejmara birîndaran jî bû 75 hezar û 750. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hêj di bin kavalan û li ser rêyan cenaze hene, lê ji ber astengiyên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.