Li Viyanayêji bo şehîd Sîpan û şehîdên Kobanê meşek hat lidarxistin

Li Viyaneyê bi xwepêşandaneke girseyî qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî û şehîdbûna 9 kesan di şewata Girtîgeha Kobanê de, hate protestokirin. Di meşê de hate xwestin ku sûcdar bên darizandin û êrîşên li ser gelê Kurd bi dawî bibin.

Li Viyanayêji bo şehîd Sîpan û şehîdên Kobanê meşek hat lidarxistin
Li Viyanayêji bo şehîd Sîpan û şehîdên Kobanê meşek hat lidarxistin
Li Viyanayêji bo şehîd Sîpan û şehîdên Kobanê meşek hat lidarxistin
Li Viyanayêji bo şehîd Sîpan û şehîdên Kobanê meşek hat lidarxistin
13 îlon, 2026   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro êvarê li paytexta Awistirya Viyanayê, bi sedan Kurd ji bo şermezarkirina qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hizîn (Samî Şêxmûs Hiso) û şewata li zindana Kobanê ku bû sedema ṣehadeta 9 welatiyan û birîndarbûna bi dehan kesên din, xwepêşandanek hat lidarxistin. Çalakvanan daxwaz kir ku berpirsiyarên van sûcan werin darizandin û radestî dadgehê werin kirin.

Piştî ku li stasyona trênê ya Karlsplatzê kom bûn, xwepêşanderan ji bo bîranîna şehîd Sîpan, şehîdên zindana Kobaniyê û hemû şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştre, rojnamevan û siyasetmedar Binyad Cizîrî axivî destnîşan kir kuSîpan Hiznî di 10’ê Îlonê de li bajarê Hesekê berî ku bi hovane were kuştin, hatiye revandin.

Cizîrî bal kişand ser şewata li zindana Kobanê ku di encamê de neh welatî şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ji birîndaran re başbûneke bilez xwest.

Cizîrî anî ziman ev ne bûyerek tenê ye, lê beşek ji rêze bûyer û binpêkirinên li dijî gelê Kurd li Rojava ye. Cizîrî got ev pêşketin fikarên cidî li ser ewlehî û aramiya herêmê derdixin

Cizîrî destnîşan kir ku ev bûyer, nexwestina hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê ya ji bo naskirina bi tevahî ya mafên gelê Kurd nîşan didin. Cizîrî diyar kir ku bûyerên li Kobanê, digel şandina hêzan ji Helebê bo herêmê, redkirina prensîba xwerêveberiya Kurdan jî nîşan didin. Cizîrî her wiha behsa mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî kir, hevgirtina xwe bi xwendekaran û mafê wan ê fêrbûna bi zimanê dayikê re anî ziman. Cizîrî destnîşan kir ku sînordarkirina dersên zimanê Kurdî bi sê saetan di hefteyekê de, wekî ku wî pêşniyar kiribû, li dijî biryara 13‘an e, ku Kurdî wekî zimanekî neteweyî li Sûriyeyê nas dike.

Piştre, li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Nurcan Alagoz bi Almanî axivî. Alagoz diyar kir ku hedefgirtina Kurdên li Rojava sûcek li dijî gelê Kurd e û di heman demê de nîşaneyek xeternak e ku gef ewlehî û aramiya herêmê dixwe.

Nurcan Alagoz destnîşan kir ku ku ji aliyekî ve hêzên derve û ji aliyê din ve hêzên navxweyî hene ku aştî û aramiya li Sûriyeyê naxwazin û anî ziman ku avakirina Sûriyeyek demokratîk, aştîxwaz û aram ne di berjewendiya van hêzan de ye.

Her wiha çalakvana Tevgera Jinan Stêrk Ronahî, bal kişand ser rola gelê Kurd di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de û hevgirtina xwe bi berxwedana gelê Kurd a li Rojava li dijî polîtîkayên kuştin û çavtirsandinê anî ziman.

Ronahî Stêrk anî ziman ku divê sûc û binpêkirinên li dijî gelê Kurd hatine kirin rawestin, û divê berpirsiyar werin darizandin û radestî edaletê werin kirin.

Di axaftinê de her wiha hat tekez kirin ku, li gorî peymana ku di 29’ê Çile de hatiye îmzekirin, mafê gelê Kurd heye ku karûbarên xwe û herêmên xwe birêve bibe, û mafê zarokan heye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin, û ev yek wekî mafek rewa û nayê înkarkirin tê hesibandin.

Ronahî Stêrk di dawiyê de, bang li hêzên navneteweyî kir ku zextê li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bikin da ku polîtîkayên xwe yên kuştin û tundûtûjiyê li dijî gelê Kurd û civakên din ên Sûriyeyê rawestîne û ji bo avakirina aştî, aramî û jiyana hevbeş li Sûriyeyê bixebite.

Piştre, girse ber bi Parlamentoya Awistiryayê ve meşiya, li wir beşdaran pankartên ku şehîdan bi bîr tîne û daxwaza hesabdayîna berpirsên sûcên li dijî gelê Kurd dike, hilgirtin.