Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn

Kaytan û Altûn îro bi bernameyeke ku li Taxa Tuzluçayir a bajarê Tirkiyê a Enqereyê hatin bîranîn.

Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
13 gulan, 2025   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encamnameya kongreya PKK'ê ya 12'emîn de hat ragihandin ku Alî Haydar Kaytan di 3 'ê Tîrmeha 2018'an de, Riza Altûn jî di 25'ê Îlona 2019'an de jiyana xwe ji dest dane. 

Kaytan û Altûn îro bi bernameyeke ku li Taxa Tuzluçayir a bajarê Tirkiyê a Enqereyê hatin bîranîn.

Bîranîn li mala Altun pêk tê. Di bîranînê de wêneyên Altûn û Kaytan ên bi qurnefîlan hatine xemilandin hatin danîn. Her wiha deftereke bîranînê jî hat danîn.

Di bîranînê de wê sînevîzyoneke ku jiyana Altûn û Kaytan vedibêje dê bê pêşkêşkirin. Tê payin ku Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari tevî gelek siyasetmedaran tevlî bîranînê bibin.

TAXA TUZLUÇAYIRÊ

 Taxa Tuzluçayir, di dîroka rêxistinên çep û sosyalîst de cihekî girîng e. Tax di sala 1960’î de hat avakirin û bû wek maleke kesên ku li Kurndistan û Tirkiyeyê koçî Enqereyê kirine. Bi piranî elewiyên kul i Kayserî, Çorûm, Yozgat, Sêwas û Kirşehîrê li vê taxê bicih bûn.

 Di sala 1975’an de piştî ku Kemal Pîr hat taxê, êdî ev tax bû navendeke Apoyiyan. Kemal Pîr bi têkoşîna xwe ya çalak xwe li vir da qebûlkirin. Di demeke kurt de bi ciwanan re têkiliyên xwe xurt kir û bû pêşeng. Piştî ku Abdullah Ocalan jî hat taxê, êdî ta bû navendeke ku PKK di aliyê bîrdozî de teşe bigire û gelek peşêngên tevgerê li vê taxê hatin gihandin.