Li Til Eranê malên şêniyan hatin gulebarankirin

Çekdarên nenas li bajarokê Til Eran ê li rojhilatê Helebê malên şêniyan gulebaran kirin.

Li Til Eranê malên şêniyan hatin gulebarankirin
Li Til Eranê malên şêniyan hatin gulebarankirin
Li Til Eranê malên şêniyan hatin gulebarankirin
Li Til Eranê malên şêniyan hatin gulebarankirin
Li Til Eranê malên şêniyan hatin gulebarankirin
10 tîrmeh, 2025   15:25
HELEB
XIYAS ŞEMSEDÎN

Ji dîmenên ku ajansa me bi dest xistine, xuya dibe ku çekdarên nenas li bajarokê Til Eranê yê li rojhilatê Helebê bi dijwarî gulebaran dikin.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku êriş derengî şevê hat kirin û destnîşan kir ku armanca van êrişan tirsandina şêniyan, belavkirina tevliheviyê ye da ku wan neçar bikin ku mal û milkên xwe terk bikin.

Li gorî çavkaniyan, ji ber êrişan zirarên madî çêbûnê, li metirsî hene ku rewş aloztir bibe, nemaze ku hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Şamê li hemberî van binpêkirinan berpirsyariyên xwe bi cih nayne.

Hejmareke şêniyên bajarok ji ajansa me re diyar kir ku berpirsa sereke hikumeta veuhêz e ku herêmê kontrol dike. Şêniyan ji bo rawestandina van binpêkirinan banga destwerdana lezgîn kir.

Li Til Eranê revandin, şantajkirin û êrişên li ser şêniyan û standina fidyeyê dewam dikin.

(bb)

ANHA