Li Sûriyeyê di rojekê de 17 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di nava 24 saetên derbasbûyî de 17 kes hatine kuştin.

Li Sûriyeyê di rojekê de 17 kes hatin kuştin
11 tîrmeh, 2025   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 10’ê Tîrmehê de 17 kes di bûyerên cuda de hatine kuştin. 

SOHR’ê ku der barê mijarê de hin hûrgilî parve kirin û da zanîn ku li kampa El Yermûkê ya li başûrê Şamê çekdarên nenas ku li ser motorsîkletê bûn, kesek kuşt. Hate îdiakirin ew kes bi sûcê binpêkirinên li dijî sivîlan kirine, hate kuştin. Hate diyarkirin ku li sûka sebzeyan a bajarê Meyadîn a gundewarên rojhilatê Dêrazorê 2 kes bi doza “rakirina tolê" ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.

Li gorî SOHR’ê, hêzên ewlehiya giştî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Ceblê yê rojavayê Laziqiyê ku bi ser malan û motorsîklêtên ciwanan de girt, 3 kes kuştin.

Li taxa Bab Qiblê ya bajarê Hemayê jî çekdarên nenas ku li 2 motorsîklêtan bûn, şêniyek kuşt. Tê gotin ku qurbanî bi têkiliyên xwe yên bi rejîma Baasê re dihat nasîn. Li bajarê Idlibê mêrek ji aliyê kesên ne diyar ve bi guleyan bû armanc. Hate eşkerekirin ku kuştî bi hevkariya ewlehiyê rejîma berê re hatibû tawanbarkirin.

SOHR’ê da zanîn ku li gundê Diyabiyê yê rojavayê Humsê jî çekdarên nenas cotkarek di nava zeviyên wî de qetil kir. Di saet 5’ê siharê de li taxa El Mîdan a Şamê çekdarên nenas êrişî malekê kir û xwediyê malê kuştin.

Li Tertûsê ciwanekî ji herêma Riweysa El Mendara ya Safîta dema hewl da ji bo kar derbasî Lubnanê bibe, li benda kontrolê yê El Sifsafayê hate kuştin, li bajarê Humsê jî komeke çekdar 2 şênî ku diçûn sûza sebzeyan kuştin. Hate aşkerekirin ku  kuştî ji gundê Eyn El Krum ê rojavayê Hemayê bûn.

Li bajarê Medemiyê yê li gundewarê Şamê, ciwanek ji aliyê çekdarekî nenas ve bi alavên tûj li mala xwişka xwe hate kuştin. Heta niha sedemên li pişt vê sûcî nayên zanîn.

Li taxa El Mehta li Humsê çekdarekî bi armanca diziyê êrişî dikaneke zêran kir û firoşkarê zêr kuşt. Kesekî ku bi navê "Cinawirê Êrişan" dihat naskirin, li ofîsa xwe ya malan li taxa Selahedîn a Helebê ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.

Li nêzî Qesr El Huriyat a li Deraa, ciwanek bi hinceta ku berê bi ’Firqeya 4’ re kar kiribû, rasterast ji aliyê çekdaran ve hate kuştin.

Li Humsê jî kalemêrek ku serê sibehê ji cihê karê xwe ya li kargeha bilokan a li taxa Eşîrayê hatibû revandin, cenazeyê wî li ser rêya Sitîn (60) hate dîtin.

(ac)