Li Siweydayê ciwanek hate kuştin û 2 jî hatin revandin

Li gundewarên Siweydayê ciwanek hate kuştin û 2 ciwan jî hatin revandin.

Li Siweydayê ciwanek hate kuştin û 2 jî hatin revandin
2 mijdar, 2024   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de tevliheviya ewlehiyê zêde dibe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ciwanekî 20 salî ê ji gundê Lebîn ê Siweydayê li çerxerêya rêya El Hec a li rojavayê Siweydayê bi guleyan hatiye kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, komeke çekdar 2 ciwan ji gundê Heran ê Siweydayê revandine. Li gorî çavkaniyan navên ciwanan ev in; Weêl El Hekîm û Xeyrî Mirşid.

(şx)