Li Siwêdayê sendoqên hilbijartinan hatin şewitandin

Xwepêşandêran li bajarokê Qeriya yê başûrê Siwêdayê sendoqên dengdanê yên hilbijartinên Meclisa Nûneran şewitandin.

Li Siwêdayê sendoqên hilbijartinan hatin şewitandin
14 tîrmeh 2024   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandêrên li bajarokê Qeriya yê başûrê parêzgeha Siwêdayê dest danîn ser sendoqên hilbijartinan ên Meclisa Nûneran.

Li gorî malpera Siwêda 24, xwepêşandêran belgeyên ji bo dengdanê û sendoq şewitandin.

Vê sibehê li ser dezgehên çapemeniyê dîmen hatin belavkirin ku xelkê Siwêdayê danîna sendoqên dengdanê yên taybet bi hilbijartinan li bajêr û gundewar red dikin.

(fr)