Li Serêkaniyê di navbera çeteyan û eşîrekê de şer rû da

Li gundewarên Serêkaniyê di navbera çeteyan û eşîra Idwan de şer rû da.

Li Serêkaniyê di navbera çeteyan û eşîrekê de şer rû da
19 hezîran, 2025   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li gundewarên Serêkaniyê ya dagirkirî şer di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û eşîra Idwan de derket.

SOHR’ê da zanîn ku şer piştî destdirêjiya li dijî jinan rû da, lê der barê windahiyan de tu agahî nehatin parvekirin.

(bb)