Li ser rêya Beyrût û Şamê êriş: 4 kuştî

Balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê erebeyek li nêzî pira Zebedanî ya li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê bombebaran kir û di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Li ser rêya Beyrût û Şamê êriş: 4 kuştî
28 tebax, 2024   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê meclisa bajarokê Dîmas ê Şamê Ebdo El Teqî ragihand ku li ser rêya Şam-Beyrûtê erebeyek hatiye hedefgirtin û di encamê de 4 kes hatine kuştin.

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê bi bîr xistibû ku balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê erebeyek li nêzî pira Zebedanî ya li ser sînorên Lubnan û Sûriyeyê bombebaran kiriye.

(şx)