Li ser Dêr Hefir û gundên bakurê Meskenayê topbaran

Çeteyên Hikûmeta Demkî bi dronan derdora gundê Resem El Îmam li Dêr Hefirê bombebara kirin. Her wiha gundên El Keyariya û Resem El Kirûm bi çekên navîn gulebaran kirin. li asmanê herêmê belefirên bê bêmirov digerin.

Li ser Dêr Hefir û gundên bakurê Meskenayê topbaran
16 ÇILE, 2026   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Hikûmeta Demkî û dagirkeriya Tirkiyê, saet 3:00`ê sibê bi çekên navîn Dêr Hefir gulebaran kirin. Saet 5:00`ê sibê jî, bi dronan derdora gundê Resem El Îmam bombebaran kirin. Di heman demê de, gundên El Keyariya û Resem El Kirûm bi çekên doşka bêserûber hatin gulebarankirin.

Saet 5:30`ê sibê, çeteyan bi çekên navîn gundê El Hmid, li bakurê Meskenayê, gulebaran kirin

Bajêrê Dêr Hefir jî ji aliyê çeteyên hikûmeta demkî ve rastî topbaraneke bêserûber hat. Saet 12:30`an de zêdetirî 20 topan û doreneke xwekuj li bajar ketin.

Di heman demê de balefirên bê mirov li asamê herêmê digerin.

(k)