Li Şamê xwediyên kişik û bestekan xwepêşandan Ii dar xist

Xwediyên kişik û bestekan li Şamê xwepêşandan li dar xist. Parêzgarê Şamê qebûl nekir ku bi wan re bicive.

Li Şamê xwediyên kişik û bestekan xwepêşandan Ii dar xist
Li Şamê xwediyên kişik û bestekan xwepêşandan Ii dar xist
Li Şamê xwediyên kişik û bestekan xwepêşandan Ii dar xist
Li Şamê xwediyên kişik û bestekan xwepêşandan Ii dar xist
5 nîsan, 2026   16:10
ŞAM

Li Şamê bi dehan xwediyên kişik û bestekan (erebok) li pêşiya avahiya parêzgarê Şamê derketin xwepêşandanê. Xwediyên kişik û bestekan berê ruxset ji dewletê girtibûn, nerazîbûna xwe li hemberî biryarên ku karê wan li kolanên Şamê sînordar bike, diyar kirin.

Xwepêşandêran pankartên "Em parêzgar dixwazin", "Dengê gelê ku nikare debara jiyana xwe bike, bilind bikin" û "Şaredarî dev ji me berde" rakirin.

Kesên ku tev li xwepêşandanê bûne, got parêzgarê Şamê li hember xwediyên kişik û bestekan şer dike û dixwaze karê wan li herêma Beramka, kolana El Sewra û El Meza qedexe bike. Xwediyên kişikan bestekên xwe datînin û dema ku dewriyeyên şaredariyê tên, bestekên xwe radikin û dema ku diçin careke dîtir tên bestekên xwe datînin.

Xwepêşandêran ji ajansa me re got: “Em tenê bi kişik û bestan debara xwe dikin. Carinan destê xwe datînin ser kişik û bestên me û me ji debara me mehrûm dikin. Polîsên şaredariyê bi rêbazên rejîma berê dixebitin. Ji berê zêdetir pere ji me digirin.”

Parêzgarê Şamê jî îdia kir ku ew dixwazin cihê kişik û bestekan biguherînin û bibin bazareke zêdetir tevger lê heye, mîna Zebletanê û El Sewra. Her wiha got ev kişik û bestek berî ku rejîma Baasê hilweşe hatine dayîn û ne berhemdar in.

Li gorî çavkaniyên ajansa me hemû ruxsetên berê yên kişik û bestekên li Şamê hatine betalkirin. Her wiha ruxsetên birîndarên artêşê yên berê hatine qebûlkirin, betal kirine.

Çavkaniyan agahî dan ku 50 ruxsetên kişik û bestekan li komên diyarkirî belav kirine. Parêzgarê Şamê jî got ruxset li gorî encamên pişkê hatine belavkirin. Li gorî xwepêşdêran, kesên di pişkê de bi ser ketine û dê ruxsetan bigirin hemû girêdayî cihekî ne, xwediyên kişik û bestekan ên berê jî ruxset ji wan re derneketiye û ew ji karê xwe hatine mehrûmkirin.

(np)