Li Reqayê êrişî malbatekê hat kirin: 1 kuştî û 4 birîndar

Komeke çekdar li bakurê Reqayê êrişî malbatekê  kir. Di encamê de kesek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Li Reqayê êrişî malbatekê hat kirin: 1 kuştî û 4 birîndar
12 tîrmeh, 2026   15:24
REQA

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku komên çekdar bi cilên leşkerî li bakurê Reqayê êrişî mala ciwanê bi navê Fadil Îbrahîm Hemo kir. Di encamê de Fadil jiyana xwe ji dest da û bavê wî û 3 xwişkên wî birîndar bûn.

Çavkaniyan dane zanîn ku ji bo naskirina êrişkaran lêkolîn hatiye destpêkirin.

(bb)