Li Qamişloyê ji bo Şengalê şevbuhêrkek hat lidarxistin

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi boneya salvegera komkujiya Şengalê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê şevbuhêrkek helbestan organize kir.

Li Qamişloyê ji bo Şengalê şevbuhêrkek hat lidarxistin
Li Qamişloyê ji bo Şengalê şevbuhêrkek hat lidarxistin
Li Qamişloyê ji bo Şengalê şevbuhêrkek hat lidarxistin
Li Qamişloyê ji bo Şengalê şevbuhêrkek hat lidarxistin
Li Qamişloyê ji bo Şengalê şevbuhêrkek hat lidarxistin
Li Qamişloyê ji bo Şengalê şevbuhêrkek hat lidarxistin
Li Qamişloyê ji bo Şengalê şevbuhêrkek hat lidarxistin
Li Qamişloyê ji bo Şengalê şevbuhêrkek hat lidarxistin
6 tebax, 2026   21:21
QAMIŞLO

Qurbaniyên Komkujiya Şengalê di salvegera 12’emîn de li Parka Xwendinê ya Qamişloyê bi şevbuhêrkek helbestan hatin bibîranîn. Gelek helbestvan, rewşenbîr û siyasetmedar tev li şevbuhêrkê bûn.

Bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên komkujiyê şevbuhêrk hat despêkirin.

Di serî de li ser navê Mala Êzîdiyan Leyla Rehma axivî û diyar kir ku gelê Êzidî êrişî tu gelî nekiriye ku ev êrişa hovane bi serê wan de hat. Leyla anî ziman ku gerîlayên azadiyê wî demê gelê Şengalê parast.

Helbestvan Nûrhan Hesen, Alan Abdullah, Hikmet Ibrahîm û Yusif Kutî li ser komkujiya Fermana Êzidiyan, êşên gel, kocberî û berxwedana şehîdan helbest vegotin.

Li ser navê Kongerya Îslama Demokratîk Omer Hemîdî axivî  û bal kişand ser yekbûna gelê herêmê, girîngiya rengbûna ziman û baweriyan. Hemîdî diyar kir ku şerê li ser navê baweriyan tê meşandin şerekî ji derveyî mirovahiyê ye.

Herî dawî jî hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso got pêwîst e kesên ev komkujî kiriye hesab ji wan were xwestin û ev komkujî di yekîtiya neteweyî de wekî jenosîdekî were naskirin.

Beşdaran soza berdewama têkoşîna şehîdên komkujiyê da.

(f)