Li nexweşxaneyên Efrînê bi sedan kuştî û birîndarên çeteyan

Hemwextî dewamkirina "Hemleya Şehîd Ezîz Ereb Minbic" li nexweşxaneyên leşekrî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker kuştî û birîndarên ji Minbicê dibin wir, zêde bûn. Li gorî agahiyên heyî jî bi sedan çete ji ber tirsa anîna wan a eniyan, ji Efrînê revîn.

Li nexweşxaneyên Efrînê bi sedan kuştî û birîndarên çeteyan
24 kanûn, 2024   00:11
HELEB

Li gorî gelek çavkaniyên xwecih ên ji hundirê Efrînê, bi sedan cenaze û birîndarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nexweşxaneyên leşkerî yên bajarê Efrînê hene.

Heman çavkaniyan diyar kir ku li nexweşxaneyên leşkerî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji herêma Minbic heta bi Efrînê cenaze û birîndarên çeteyan hene.

Çavkaniyan diyar kir ku hejmara kuştî û birîndarên ji çeteyan li hemû nexweşxaneyên herêmên dagirkirî ji Minbicê heta Efrînê, zêde ye.

Her wiha hat diyarkirin ku gelek çeteyên cenaze û birîndaran radikin, ji ber tirsa wan bibin eniyên şer çekên xwe avêtin û revîn.

(mh/fr)

ANHA