Li Munchenê dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû

Bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan ji bo Newroza Munchenê li Marîenplatzê li hev kom bûn. Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû.

Li Munchenê dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû
18 adar, 2024   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi navê KCDK-E û FED-GEL'ê Marûf Kûl û Nûnerê DEM Partiyê yê Elmanyayê Faysal Sariyildiz li pîrozbahiyê axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku dagirker her roj êrîşên hovane dibin ser Kurdistanê û gelê Kurd, lê belê li hemberî dagirkeriyê berxwedaneke mezin heye.

Her wiha daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Piştî axaftinan û peyaman hunermend Bermal Çem, Hozan Kawa û Onûr Evîn hunera xwe pêşkêş kirin.