Li Laziqiyê êrişî navendeke hêzên ewlekariyê kirin

Li bajarê Laziqiyê komeke çekdar êrişî avahiya kevn a trafîkê ya hêzên ewlehiya giştî ya desthilata Şamê kir.

 Li Laziqiyê êrişî navendeke hêzên ewlekariyê kirin
15 sibat, 2025   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan, komeke çekdar ku ji 4 kesan pêk dihat, duh bi şev êrişî avahiya kevn a trafîkê ya girêdayî desthilata Şamê ya li taxa Şêx Dahir a bajarê Laziqiyê kir.

Şahidên bûyerê diyar kir ku koma çekdar ku li erebeyekê siwar bûbûn, 2 bombe avêtin avahiyê û di navbera wê û endamên "Ewlehiya Giştî" ya desthilata Şamê de pevçûn derket. Her wiha destnîşan kirin ku hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê dan pey koma êrişkar lê nekarîn bigirin.

9’ê Sibatê jî komeke çekdar bi bombeyên destan êrişî avahiya beşa "Ewlehiya Sûcan" a li bajarê Laziqiyê kiribû û reviyabû.

Li gorî SOHR’ê, 2’yê Sibatê jî komeke çekdar êrişî qereqola "Hêzên Ewlehiya Giştî" ya li bajarê Ceblê yê gundewarên Laziqiyê kiribû û di navbera her du aliyan de şer derketibû. Di şer de tu windahiyên canî çênebûbûn.

(bb)