Li Kobanê cihê Newrozê tê xemîlandin

Komîteya amadekar a bajarê kobanê cihê newrozê dixemilîne û nevenda Çand û Huner a Baqî Xido jî amadekariyên hunerî dike.

Li Kobanê cihê Newrozê tê xemîlandin
Li Kobanê cihê Newrozê tê xemîlandin
Li Kobanê cihê Newrozê tê xemîlandin
Li Kobanê cihê Newrozê tê xemîlandin
Li Kobanê cihê Newrozê tê xemîlandin
Li Kobanê cihê Newrozê tê xemîlandin
17 adar, 2026   15:48
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li Kobanê rêzeçalakiyên bi boneya cejna Newrozê 21`ê Adarê berdewam dike û agirê Newrozê tê pêxistin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê, cihê wê wekî her sal li girê Miştenûr tê xemlandin. 

Ji bo şahiya cejna Newrozê di 21`ê Adarê de nevenda Çand û Hunera Baqî Xido stran ji bo Newrozê amade kir û komên dîlanê ji bo Newrozê birove dikin.

Derbarê starana ji bo Newrozê de, yek ji endamê Koma Botan Henîf Osman ji ajansa me re axivî.

Henîf Osmam diyar kir ku pîrozkirina Newrozê tê wateya xurtkirina nirxên azadî, nûjenkirinê û girêdana wan a bi nasnameya wan a çandî û yekîtiya civakî nîşan dide û Newroz nirxê harî pîroze a gelê Kurd e û wiha got: "Cejna Newrozê, cejna serîhildana gelê Kurd bû. Min stranek ji bo Newarozê bi sernavê "Newroz" amade kiriye û em bi hêvîne hemû rojên me bibin Newroz. Ev saleke ez li ser vê stranê dixebitan da ku ji bo newrozê amade bibe. Hevalên min jî bi min re bûn alîkar, em ê bi hevkariya xwe agirê Newrozê geş bikin û ji bo azadiyê biqîrin."

Henîf destnîşan kir ku girîngiya Newrozê bingeha gelê Kurde û wiha got: "Newroz, newroza me ye. Divê em bi coş tevlî şahiya Newrozê bibin û Newroza xwe bikin, cejna nejîna gelê Kurd."

ANHA