‘Li Idlibê nifşekî terorîst tê gihandin’

Endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê - Meclisa Idlibê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker çeteyan li deverên dagirkirî ji nû ve rêxistin dike û çeteyên Cebhet El Nusra “şûrekî Tirkan e li ser serê şêniyan” û nifşekî terorîst li Idlibê digihînin.

‘Li Idlibê nifşekî terorîst tê gihandin’
2 gulan, 2024   09:23
MINBIC

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê - Meclisa Idlibê Ebdulqadir Hisên der barê rewşa herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de axivî. Hisên diyar kir ku komên çete yên li deverên dagirkirî gelek sûcan dikin û gel li hemberî van sûcan xwepêşandanan li dar dixin.

Hisên diyar kir ku artêşa Tirk şêniyan diçewisîne, wan di navbera du vebijêrkan de dihêle; yan dagirkeriyê qebûl bikin yan jî sûcên çeteyan.

Hisên îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker fitneyan di nav komên çete de derdixe, hejmara hin koman wekî 'Emşat' kêm dike, noqteyan koma navborî radestî çeteyên Sultan Murad dike û bi Cebhet El Nusra gefê li wan dixwe.

Hisên xwest dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê bi dawî bibe û bang li şêniyên deverên dagirkirî kir ku li hember dagirkeriyê dakevin qadan.

‘NIFŞEKÎ TERORÎST BI FIKREKÎ OSMANÎ TÊ GIHANDIN’

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê - Meclisa Idlibê Mihemed Riziq bi bîr xist ku piraniya endamên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) yên li Idlibê ji derveyî Sûriyeyê ne û xwedî dîrokeke tijî kuştin, sûc, îşkence û tecawizkirinê ne.

Riziq wiha domand: "Ev kom ne tenê sûcên dermirovî dikin, di heman demê de zarokan bi minhacên terorîstî perwerde dikin da ku bi rêya wê nifşekî terorîst bi fikrekî Osmanî li Idlibê bigihînin.”

Riziq destnîşan kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hewl dide qada dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike û got: "Dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe ya li ser xaka Sûriyeyê berfireh bike. Cebhet El Nusra jî di hundirê Tirkiyeyê de hat birêxistinkirin da ku berjewendiyên dagirkeriya Tirk pêk bîne. Li şûna wan jî çeteyên ji derve anîn û ew li dijî kesên ku dixwazin ji bin siya dagirkeriyê derkevin, bi kar anîn."

Riziq diyar kir ku di sazûmaniya Heyet Tehrîr El Şam de gelek guhertinên şiklî çêbûn û got: "Dewleta Tirk bi rêya van guhertinan hewl dide îmaja van çeteyan biguherîne da ku wekî terorîst neyên nîşandan, lê belê ya rast ew e ku terorîstiya wê her ku diçe zêdetir dibe."

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê - Meclisa Idlibê Ehmed Abdîn diyar kir ku sala 2012'an hin kom girêdayî dewletên Kendava Ereban hebûn. Wê demê şer dest pê kir, tevahî kom ji wir dreketin û li Idlib û gundewarên bakurê Helebê hatin bicihkirin. Piştre dewleta Tirk a dagirker tevahî çeteyên girêdayî aliyên din tune nekirin da ku nerîn û desthilata xwe li ser wan ferz bike û kengî bixwaze wan bi kar bîne."

(mh)

ANHA