Li Humsê ciwanek piştî ku guleyek şaş lê ket mir

Li Humsê ciwanek piştî ku li taxa Deyr Ba'alba guleyek şaş lê ket mir, bi vê yekê hejmara qurbaniyên guleyên şaş li Sûriyeyê ji destpêka sala 2026an vir ve gihîşt 97an.

Li Humsê ciwanek piştî ku guleyek şaş lê ket mir
11 tîrmeh, 2026   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Humsê ciwanek ku dema li taxa Deyr Ba'alba guleyek şaş lê ket mir.

Rawangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku karmendên bijîşkî hewl dane ku piştî gihîştina nexweşxaneyê birîndar derman bikin, lê ew ji ber birînên xwe mir.

Li gorî amarên SOHR`ê, hejmara qurbaniyên guleyên şaş û bûyerên têkildarî belavbûna çek û bombeyan di nav sivîlên Sûriyeyê de ji destpêka sala 2026an ve zêde bûye û gihîştiye 97 kesan, ji wan 59 mêr, 33 zarok û 5 jin in.

(k)

ANHA