Li Humsê çekdarekî komeke mirovan gulebaran kir

Li kampa El Adînîn a Humsê kesekî çekdar komeke mirovan gulebaran kir û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li Humsê çekdarekî komeke mirovan gulebaran kir
31 tîrmeh, 2026   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Humsê çavkaniyên herêmî agahî dan ku li kampa El Adînîn kesekî çekdar ku li motorsîklêtekê siwar bûbû, komeke mirovan gulebaran kir û ji wan 6 kes birîndar bûn. 

Li gorî agahiyan ew çekdar reviyaye, birîndar jî rakirine nexweşxaneyên Humsê û rewşa wan ne baş e.

Li kampê rewş awarte ye û aliyên têkildar dest bi lêkolîn û lêpirsînkirina bûyerê kiriye.

(np)

ANHA