Li Humisê teqîn

Li gundewarê Humisê dengê rêze teqînan hat bihîstin. Li gorî hin agahiyan êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.

Li Humisê teqîn
11 mijdar, 2024   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şêniyan, li gundewarê bajarê Humisê dengê teqînan hat bihîstin.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku dengê teqînan ji derdora herêma Şenşar a gundewarê başûrê Humisê hatiye bihîstin û diyar kir ku êrişeke nû ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.

(bb)