Li Hesekê û Qamişloyê dê navendên dayîna nasnameyan bên vekirin

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi rêveberê giştî yê kar û barên sivîl Ebdela El Ebdela re civiya û li ser rêbazên ji nû ve vekirina ofîsên qeydkirinê li parêzgehê û sazkirina 2 navendan li bajarên Hesekê û Qamişlo ji bo derxistina nasnameyan nîqaş kirin.

Li Hesekê û Qamişloyê dê navendên dayîna nasnameyan bên vekirin
Li Hesekê û Qamişloyê dê navendên dayîna nasnameyan bên vekirin
Li Hesekê û Qamişloyê dê navendên dayîna nasnameyan bên vekirin
22 nîsan, 2026   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo gotûbêjkirina çend mijarên têkildarî qeydkirina welatiyan parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro bi amadebûna rêveberê kar û barên sivîl ê parêzgehê Ezîz Muheymid bi rêveberê giştî yê karûbarên sivîl Ebdela El Ebdela re civiya.

Di civînê de li ser rêbazên ji nû ve vekirina Rêveberiya Kar û barên Sivîl (qeydkirina nifûsê) û ofîsên wê li parêzgehê hat gotûbêjkirin, her dê li bajarên Hesekê û Qamişlo 2 navendên ji bo derxistina nasnameyan werin vekirin.

(k)