Li Hesekê bîranîna pakrewanên azadiyê

481 şehîdên têkoşîna azadiyê bi merasîmekê li bajarê Hesekê hatin bibîranîn.

Li Hesekê bîranîna pakrewanên azadiyê
Li Hesekê bîranîna pakrewanên azadiyê
Li Hesekê bîranîna pakrewanên azadiyê
Li Hesekê bîranîna pakrewanên azadiyê
Li Hesekê bîranîna pakrewanên azadiyê
Li Hesekê bîranîna pakrewanên azadiyê
Li Hesekê bîranîna pakrewanên azadiyê
Li Hesekê bîranîna pakrewanên azadiyê
19 mijdar, 2024   13:30
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê ji bo bîranîna 481 şehîdên Îlon, Cotmeh û Mijdarê  merasîmek li dar xist.

Merasîm bi amadebûna bi sedan malbatên şehîdan li Hola Reşo ya li bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Beşar Koş bixêrhatina beşdaran kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Beşar Koş got: "Şehîdan ji bo parastina welat û gelê xwe canê xwe feda kir. Bi saya wan herêmên me ewle û aram bûne.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û sebir ji malbatên wan re xwest.

Dêrsim Hesekê diyar kir ku şehîdan ji bo gelê xwe û parastina welatê xwe canê xwe feda kir û wiha domand: "Wekî QSDˈê em soz didin em ê rêya şehîdên xwe bidomînin û destkeftiyên ku bi keda bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."

Di dawiyê de bi sînevîzyonekê wêneyên 481 şehîdan hatin nîşandan.

(bb)

ANHA