Li herêmên dagirkirî nakokî û pevçûnên dewleta Tirk û çeteyan

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze li herêmên dagirkirî komên çete yên nakevin bin kontrola wê tesfiye bike, komên dijberî wê jî hewldanên cuda dikin û her du xelkê herêmê li dijî hev sor dikin. Alozî û bûyerên dawîn wekî encama vê yekê tên şîrovekirin.

Li herêmên dagirkirî nakokî û pevçûnên dewleta Tirk û çeteyan
Li herêmên dagirkirî nakokî û pevçûnên dewleta Tirk û çeteyan
Li herêmên dagirkirî nakokî û pevçûnên dewleta Tirk û çeteyan
18 adar, 2024   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawîn de li herêmên Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablusê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, alozî û pevçûnên navbera çeteyan, zextên li ser xelkê herêmê û xwepêşandanên gel ên li dijî çeteyan zêdetir bûne.

Herî dawiyê duh êvarê (17 Adar 2024) li Ezazê li dijî rêveberên komên çete ku dewleta Tirk bi navê hikumet û opozîsyonê bi rêxistin kirine û dixwestin ji Tirkiyeyê derbasî navçeyê bibin, xwepêşandanek çêbû.

NEHIŞTIN BERPIRSÊN ÇETEYAN DERBAS BIBIN

Li gorî agahiyan serokê ‘Hikumeta Demkî!’ Ebdurrehman Mistefa û serokê Îtîlafa (Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Muxalefeta Suriyeyê!) Hadî El Behra li gel komek çeteyan dema dixwestin derbasî Ezazê bibin, ji aliyê komek xelkê herêmê ve hatin protestokirin.

Welatiyan pêşiya seyareyên çeteyan girtin û nehiştin derbasî navçeyê bibin. Di dîmenên hatine kişandin de, tê dîtin ku xelkê herêmê nerazîbûnê nîşan dide, komên çete jî ketober guleyan li derdorê direşînin.

Li ser xwepêşandanan koma çeteyan neçar ma ku vegere. Hat gotin ku piştî bûyerê şandeyek ji artêş û îstîxbarata dewleta Tirk ên ji herêmên dagirkirî berpirsyar bi komeke qelebalix re derbasî herêmê bûne û bi komên çeteyan re hevdîtin kirine. Lê aloziya li herêmê dewam dike.

Beriya vê xwepêşandanê jî li Bab û Cerablusê di dîrokên cuda de bûyer û alozî derketibûn.

ŞERÊ TALANÊ

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê, xelkê herêmê û saziyên ku rewşê dişopînin hatine girtin, sedema bingehîn a nakokî û pevçûnan şerê ji bo desthilatdariyê talankirina herêmê ye.

NAKOKIYÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYAN

Çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker, naxwaze tu komek çete ji bin kontrola wê derkeve, yên ku bi gotina wê nakin jî pêpes dike. Li gorî çavkaniyan koma ku herî zêde bi dewleta Tirk re nakokiyan dijî, Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) e ku beriya niha navê wê Cephet El Nusra bû.

Wekî tê zanîn HTŞ zêdetirîn li herêma Idlibê serwer e, lê di salek dawî de li herêma Efrîn, Ezaz û Babê jî belav bûye. Komên din piranî rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve hatine birêxistinkirin û bi fermanên MÎT’ê tev digerin. Lê hêza HTŞ’ê ji ya wan zêdetir e. Li gorî hinek agahiyan HTŞ ji hêzên rojavayî jî destek digire û nakokiyên wê yên bi Tirkiyeyê re zêde ne. Lewma Tirkiye dixwaze hêza wê daxîne, bixe bin kontrola xwe.

HER DU JÎ GEL LI DIJÎ HEV SOR DIKIN

Tê gotin ku Tirkiye HTŞ’ê wek sedema bombebaran û êrişên Rûsya û hikumeta Şamê yên li ser herêmê nîşan dide û di nava xelkê herêmê de gotinên wekî “Êriş ji ber HTŞ’ê çêdibin, eger ew nebe, êriş nabin" derdixe û dixwaze gel li dijî wê derxe.

Çavkaniyan ragihand ku koma çeteyan a ku şeve din xwestiye derbasî Ezazê bibe jî, bi vê mebestê hatibû û dixwest bi komên li herêmê re têkildarî mijarê civînekê çêke.

Li hemberî hewldanên dewleta Tirk HTŞ jî ketiye nava liv û tevgerê û xwe di nava xelkê herêmê de bi rêxistin dike. Çavkaniyan diyar kir ku kesên duh xwepêşandan li dar xistine jî alîgirên wan bûne.

Li gorî agahiyên dawî, şandeya dewleta Tirk a dagirker a ku derbasî Ezazê bûye, ji komên çete yên girêdayî xwe xwestiye ku hemû kesên tev li xwepêşandanê bûne, bigirin.

Alozî û rageşiya li herêmê hîn didome.