Li Hemayê cenazeya jinekê hat dîtin

Piştî zewaca bi demeke kurt, cenazeya jinekê di mala wê de kuştî hat dîtin.

Li Hemayê cenazeya jinekê hat dîtin
22 adar, 2026   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li mala xwe ya Hemayê jina 19 salî kuştî hat dîtin.

Li gorî çavkaniyan ku agahiyên destpêkê parve kirine, beriya bûyerê bi çend saetan ew jin tevî mêrê xwe xwe di serdaneke malbatî de bûn û mêrê wê jê xwestiye vegere mal. Dema mêr vedigere mal cenazeya wê dibîne.

Aliyên berpirsiyar dest bi lêpirîna bûyerê kir.

SOHRˊê anî ziman ku jina hatiye kuştin tenê mehek di ser zewaca wê re derbas bûye.

(fr)