Li Helebê şer didome; çete li bajar didin

Li gundewarên Helebê şerê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û hêzên hikumeta Şamê di roja 3ˈyemîn de dewam dike. Li gorî çavkaniyan çete ji sala 2020ˈî ve cara yekem e taxên bajêr dikin hedef.

Li Helebê şer didome; çete li bajar didin
29 mijdar, 2024   11:33
HELEB

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam îdia kir ku wan gundê Mensûra û tevahiya gundewarên li rojavayê Helebê kontrol kirine. Hêzên hikumeta Şamê ev îdia derewand û ragihand ku wê gelek gundên Heleb û Idlibê vegerandine.

Hate zanîn ku li Mensûra, Xan El Ese û rojavayê Helebê şer di navbera her du aliyan de dewam dike. Li gorî agahiyan jî hêzên Şamê gundê Cobas ê rojhilatê Idlibê xist bin kontrola xwe.

Li derdora bajarokê Endan ê stratejîk ê li hember rêya Kastelo şerekî dijwar rû dide û çete jî hewl didin rêya gundewarên bakurê Helebê û bajar kontrol bikin.

Hêzên hikumeta Şamê bi armanca ku gund û bajarokên ji dest dane vegerînin, teqwiyeyeke mezin a çekên giran, bi sedan leşkerên Firqeya 4ˈan, Firqeya 25 a mîsyonên taybet û Firqeya 11ˈan şandin eniyên şer.

Di encama şer û êrişên hewayî de 129 çete, 89 leşkerên hikumeta Şamê û 20 sivîl hatin kuştin.

Navenda Himêmîm a Rûsyaya ragihand ku hêzên Şamê bi desteka hêzên hewayî yên Rûsyayê bi kêmanî 400 çete li Heleb û Idlibê kuştine.

Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya Îranê jî ragihand ku şêwirmendê payebilind ê Pasdarên Îranê yê li Sûriyeyê Kiyomaris Purhaşimî duh li bajarê Helebê di êrişa çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatiye kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê bi desteka hêzên hewayî yên Rûsyayê ji duh êvarî heya niha bi obîsên giran, moşek û balafirên şer li çeteyan dide. Hate diyarkirin ku 70 êrişên hewayî pêk anîne.

Hin çavkaniyan ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê navendên çeteyên bi navê “Hêzên Hevbeş” ên artêşa Tirk a dagirker ên li bajarê Marê yê dagirkirî, kirin hedef û di encamê de zêdetirî 20 çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Di roja sêyemîn de, çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker taxên bajarê Helebê topbaran kirin. Li gorî çavkaniyan, hinek top li nêzî taxên Cedîda û Hemdaniye ketine.

Li gorî agahiyan, çete ji sala 2020ˈî ve cara yekemîn e li bajarê Helebê didin.

(bb)

ANHA