Li Helebê ciwanek hat kuştin

Li taxa El Ensarî ya Helebê di encama pevçûnekê de ciwanek hat kuştin.

Li Helebê ciwanek hat kuştin
11 nîsan, 2026   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li taxa El Ensarî ya Helebê di navbera malbatan de pevçûn derket. Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn. Di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî SOHR'ê ji destpêka Sibata îsal ve li deverên cuda yên Sûriyeyê 141 sûcên kuştinê çêbûne, di encamê de 156 kes (123 mêr, 22 jin û 11 zarok) bûne qurbanî.

(bb)