Li gundewarên Minbicê 5 baregehên dewleta Tirk hatin hedefgirtin

Di çarçovaya parastina rewa li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Cebhet El Ekrad 5 baregehên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Minbicê yên hatine dagirkirin hedef girtin.

Li gundewarên Minbicê 5 baregehên dewleta Tirk hatin hedefgirtin
24 cotmeh, 2024   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin îro saet di 5:30ʹan de, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekrad rêzeêriş li dijî 5 baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîn.

Hêzêan ev baregeh topbaran kirin: Kerbeçlî, Şawa, Şêx Nasir, Beldeq û Şêx Eqîl. Di encama êriş û topbaranên li dijî van baregehên dewleta Tirk a dagirker de kuştî û birîndar hene.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Di êrişan de binesazî, navendên xizmetguzarî û stratejîk hatin hedefgirtin, welatî şehdî û birîndar bûn.

(fr)