Li gundewarê Derayê endamekî Hêzên Ewlehiyê birîndar bû

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema ku teqemeniyek destçêkirî li gundewarê Derayê bi wesayîta wî de teqiya, birîndar bû.

Li gundewarê Derayê endamekî Hêzên Ewlehiyê birîndar bû
2 tebax, 2026   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî li bajarokê Namir ê gundewarê Derayê, bombeyek li kêleka rê bi wesayîta endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn de teqiya û di encamê de birîndar bû.

Kesê birîndar  Emmar El Bekrî ye û tu agahî der barê rewşa wî an jî aliyê berpirsiyarê êrişê de tune ne.

(k)

ANHA