Li Girê Spî pevçûn: 9 çete hatin kuştin

Careke din di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî yê dagirkirî de pevçûn derketin, di encamê de 9 çete hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Li Girê Spî pevçûn: 9 çete hatin kuştin
12 sibat, 2025   16:16
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî dane, careke din di navbera çeteyên "Cebhet El Şamiye" û "Polîsên Leşkerî" de pevçûn derketin û tê de çekên sivik û navîn hatin bikaranîn.

Li gorî çavkanî, di encama pevçûnan de heta niha ji her du aliyan 9 kes hatine kuştin û 10 birîndar bûne.

Çavkanî diyar kir ku beriya 2 rojan li ser deriyê sînorê pevçûn çêbûbûn û di roja destpêkê ya pevçûnan de 7 çete birîndar bûbûn.

Her wiha ji ber pevçûnan di nava şêniyan de tirsek çêbû, sûk û dikan hatin girtin.

(fr)

ANHA