Li Girê Spî 3 kes hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî revandin.
![Li Girê Spî 3 kes hatin revandin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_656463e244d40.jpg)
Li gorî çavkaniyên ji kantona Girê Spî, duh çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ yên dewleta Tirk a dagirker, bi ser taxa El Mehete ya bajarê Girê Spî de girtiye û 3 welatî revandine; Serdar Ehmed (27), Emar Ehmed (15) û Nûran Ehmed (19).
Çavkaniyan aliyê ku ew welatî revandine, nas nekirin.
Şêniyên li herêmên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dagir kirine, rojane bi sûcên wekî qetilkirin, revandin û hwd re rû bi rû dimînin. Ajansa me di destpêka vê mehê de belge kiribû ku çeteyan 6 welatî ji bajarokê Eyne El Eros ê Girê Spî revandibûn.
(fr)
ANHA