Li Efrînê kalemêrek hat revandin

Hêzên ewlehiya giştî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê kalemêrek li Efrînê revand.

Li Efrînê kalemêrek hat revandin
12 adar, 2026   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên ewlehiya giştî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 8'ê Adarê (2026) Xelîl Nabo Nasro (70) ê ji gundê Şadêra yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Xelîl Nasro xwest mala kurê wî ku ji 2018'an ve hatibû desteserkirin û kel û pelên malê werin vegerandin. Li ser vê daxwazê di navbera wî û endamekî hêzên ewlehiya giştî bi navê Selah de pevçûn derket û gef lê hat xwarin.

Piştre dewriyeya hêzên ewlekariya giştî wî revand û sewqî baregeha xwe ya li bajarê Efrînê kir. Piştî hat darizandin û sewqî girtîgeha navendî ya Marateyê hat kirin.

(bb)