Li du bajarên Bakurê kurdistanê Newroz tê pîrozkirin

Li navçeya Geverê ya bajarê Colemêrgê û li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bi beşdariya hezaran kesan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.

18 adar, 2026   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê û li navçeya Geverê ya Colemergê Newroz bi dirûşmên “Newroza azadî û yektiye demokratîk” û “Azadî û demokrasiyê” tê pîrozkirin. 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Newroza ku li Qada Futbolê ya Kevn bi beşdariya hezaran kesan tê pîrozkirin, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî dê di pîrozbahiyê de biaxive. Her wiha stranbêj Sîpan Xelat jî dê derkeve ser dikê û bistrê.

Li navçeya Şemrexê ya barajê Mêrdînê jî pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Bi sedan welatî tev li siyasetmedaran beşdarî pîrozbahiyê bûn.