Li dijî bendeke kontrolê li Til Hemîsê êrişa çekdarî

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku bendeke wan a kontrolê li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê rastî êrişeke çekdarî hatiye, lê tu birîndarî çênebûne. Hêzan got wan dest bi serdegirtina êrişkaran de kiriye.

Li dijî bendeke kontrolê li Til Hemîsê êrişa çekdarî
18 tebax, 2025   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku "terorîstan" êrişî bendeke hêzan a li bajarê Til Hemîsê-gundê Becariyê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe ya vê sibehê de aşkera kir ku êrişkaran guleyên RBGˊê ji derdora gund ve avêtine benda kontrolê û li nêzî bendê ketine. Lê tu endamên hêzan birîndar nebûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew erkên xwe yên parastina şêniyan, parastina ewlehî û aramiya herêmê didomînin û da zanîn ku ew ê bi ser her kesên hewl bidin ewlehî û aştiya civakê têk bibin de bigirin û ji bo girtina êrişkaran wan li gund dest bi lêgerînê kiriye.

(fr)