Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê 3 şervanên QSD’ê ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, oxir kirin.

Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin
18 kanûn, 2024   14:35
QAMIŞLO

Ji bo oxirkirina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Rêzan Çiya Efrîn (Ebdo Abdela) ku li Minbicê şehîd bûbû û şehîd Çekdar Umer ku li herêma Bendava Tişrînê şehîd bûbû û şehîd Yilmaz Elî ku li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Fatima Izedîn axivî. Fatma sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Şehîd Rêzan Çiya ji malbateke welatparêz a Efrînê ye ku ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek fedakarî kirine, birayê wî jî ji bo parastina gelê xwe şehîd bûye. Em ji gelê xwe yê kantona Efrîn û Şehbayê re dibêjin; em ê piştgiriya we bikin, em ê bi hevgirtina xwe destkeftiyên herêmê yên bi fedakariya şehîdan pêk hatine, biparêzin.”

Ji rêveberên Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Dêrikê Mihemed Emîn jî axivî û wiha got: "Me bi fedakariya xwe îspat kir ku em berxwedêr in û dixwazin di nava aştiyê de bijîn.”

Mihemed Emîn her wiha got: "Divê hemû pêkhate li gorî rêgezên biratiya gelan li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her sê şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

(k)