Li Dêrik û Amûdê ji bo zimanê Kurdî çalakî hatin lidarxistin

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Dêrikê di roja xwe ya pêncemîn de didome, li gundê Sinceqa Sadûn a Amûdê jî ji bo redkirina biryara zimanê kurdî çalakî hat lidarxistin, şênî û xwendekaran girêdana xwe ya bi mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê nîşan dan.

14 îlon, 2026   14:16
QAMIŞLO

Çalakiyên şênî û xwendekaran li herêma Cizîrê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de didomin. 

Di çalakiyan de şênî û xwendekar daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê, zimanê kurdî bibe zimaneke esasî û giştî di materyalên xwendinê de dikin, her wiha banga naskirin bi temamî ya bi zimanê kurdî dikin.

ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA LI DÊRIKÊ DI ROJA PÊCEMÎN DE YE

Çalakiya konvendanê ya li pêşiya dibistanan Yûsif El Ezmê ya li bajarê Dêrikê ya ku ji hêla Însiyatîfa Gel ve hatibû destpêkirin, di roja xwe ya pêncemîn de didome, şêniyên Dêrikê û gundewarên wê, xwendekarên nobedar ên di bin konê çalakiyê de daxwaza mafê xwe yê xwendina bi zimanê dayîkê dikin.

Îro bi dehan şêniyên gundên koçerata û xwendekar ji bo nobedariyê berê xwe dan konê çalakiyê, beşdarvan diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Ji destpêkirina sala xwendinê ve, xwendekarên bajarê Dêrikê dibistan boykot kirine.

LI GUNDÊ SINCEQA SADÛN ÇALAKÎ

Li gundê Sinceqa Sadûn a gundewarê bajarê Amûdê li dibistana Ebdulhemîd Bîjo çalakiyeke girseyî hat lidarxistin, di çalakiyê de endamên meclisa gund, xwendekar û malbatên xwe amadebûn.

Çalakvan daxwaz kirin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê yê esasî û giştî, nabe ku mafê wan ê çandî û zimanî kêm bê dîtin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji hêla Xwenekara bi navê Kinaf Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Zimanê me hebûna me ye, ev ne tenê gotine, zimanê me dîrok, nasname û berxwedana me ye, di her gotinekê de xwîna şehîdan, hestên dayîkan û xewnên zarokan heye. Em rê nadin ku zimanê me kêm were dîtin, zimanê dayîkê mafê mirovhî yê resen e, mafê her zarokeke kurd heye ku bi zimanê xwe bixwîne û binivîse, xewnên xwe jî bi zimanê xwe yê dayîkê pêk bîne.”

Daxuyanî wiha dom kir: “Bi salan hewil dan me bêdeng bikin, nabe ku zimanê kurdî tenê bi 3 saetan bidome, zimanê me divê zimanê perwerde yê sereke be.”

(sb)

ANHA