Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞˈê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Ezba yê kantona Dêrazorê serçeteyekî DAIŞˈê girt.

Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞˈê hat girtin
2 kanûn, 2024   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê girtina serçeteyekî DAIŞˈê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Dezgeha Ewlehiya Giştî piştî şopandina tevgera serçeteyekî DAIŞˈê yê berpirsê pêkanîna teqîn û kuştina sivîlan, roja şemiyê (30 Mijdar) operasyoneke bibandor li bajarokê Ezba yê bakurê Dêrazorê li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serçete piştî şerekî kurt, bêyî ku zirar çêbin, hat girtin.

Hate diyarkirin ku lêpirsîn bi serçete re dewam dike û dê piştre sewqî dadgehê were kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev operasyon di çarçoveya hewldanên domdar ên bi armanca têkbirina planên şaneyên çeteyên DAIŞˈê de hat kirin ku "di demên dawîn de hewl didin bi rêya bicihkirina mayinan ewlehiya herêmê têk bibin.”

Di daxuyaniyê de bang li welatiyan hate kirin ku eger tevgerên biguman bibînin, hêzên ewlehiyê agahdar bikin.

(bb)

ANHA