Li Dêrazorê serçeteyê şaneyeke DAIŞ’ê û 2 çeteyên wê hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku TOL’ê li gundewarê Dêrazorê şaneyeke rêxistina "DAIŞ’ê" bêbandor kir, serçeteyê şaneyê û 2 endamên wê hatin girtin.

Li Dêrazorê serçeteyê şaneyeke DAIŞ’ê û 2 çeteyên wê hatin girtin
15 sibat, 2025   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên TOL’ê yên QSD’ê li gundewarê Dêrazorê bi ser şaneyeke rêxistina DAIŞ’ê de girt, serçete û 2 endamên wê hatin girtin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Hêzên me bi ser bermahiyên şaneyên rêxistina "DAIŞ’ê" ya terorîst de digirin, wan digirin ku tu êrişên terorane li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk neynin.

Di vê çarçoveyê de Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêncşema borî li gundewarê Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyekê pêk anîbû, di encamê de serçete û 2 endamên şaneyê hatin girtin.

Ev operasyon, piştî hêzên me agahiyên îstîxbaratî li ser tevgerên şaneyê û cihê veşartina wê kom kirin, pêk hat. Hêzan cihê şaneyê dorpêç kir, serçeteyê şaneyê yê bi navê "Ebdurehman El Ezîz û 2 terorîstên din bi navên "Telal El Elî û Nesar El Ezîz" girtin.

Vê şaneyê li herêmê gelek êrişên terorane kirine û hêzên me, sivîl û avahiyên giştî hedef girtine. Agahiyên ewlehiyê ji bo rêxistina terorîst kom kirine. Têkiliya Ebdurehman El Ezîz bi serçeteyên DAIŞ‛ê mîna Amir El Refîdan û Ebû Usama El Iraqî re hebû.

Hêzên me diyar dikin ku ew ê bersivê bidin her kesê ku hewl bide ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev bike. Berxwedan û bersivdana me ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re li pêş serdegirtina me ji endamên rêxistina DAIŞ‛ê re nabin asteng."

(fr)