Li Dêrazorê bi sedan kesî azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwest

Li Dêrazorê di meşa şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê de soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn û hate gotin ev roj dê bibe roja azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Li Dêrazorê bi sedan kesî azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwest
Li Dêrazorê bi sedan kesî azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwest
Li Dêrazorê bi sedan kesî azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwest
Li Dêrazorê bi sedan kesî azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwest
Li Dêrazorê bi sedan kesî azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwest
15 sibat, 2025   16:18
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên kantona Dêrazorê, rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Girseya şermezarkirina komployê bi bilindkirina wêneyên Rêber Abdulla Ocalan û vekirina pankartên "Em ê roja reş veguherînin roja azadiya Rêber Apo" ji pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê ya li herêma Sebha Kîlo dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Hilweşe Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan" û "Bijî serok Abdullah Ocalan" hatin berzkirin.

Girse nêzî 2 kîlometreyan meşiya û li Pira Salihiyê ya heman herêmê sekinî û mîtîngek hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê Şiyar Mihemed axivî. Şiyar Mihemed anî ziman ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê asta têkoşînê were bilindkirin.

Şiyar Mihemed komplo şermezar kir û got: "Komplo ne tenê revandina Rêber Abdullah Ocalan bû, lê belê hewldanek ji bo lawazkirina hêviya gelên lêgerînerên azadiyê bû."

Şiyar Mihemed destnîşan kir ku tevî hemû hewldan û komployan, ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo bi milyonan mirovan bûne jêdera îlhamê.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

(bb)

ANHA