Li Derayê di êrişeke çekdarî de 3 kes birîndar bûn

Li gundewarê rojhilatê bajarê Derayê di êrişeke çekdarî de 3 kes birîndar bûn.

Li Derayê di êrişeke çekdarî de 3 kes birîndar bûn
11 cotmeh, 2024   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Derayê tevlihevî dewam dike.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarokê Xariya yê rojhilatê bajaarê Derayê komeke çekdar bi guleyan êriş pêk anîn.

SOHRˈê diyar kir ku di êrişên de 2 wleatiyên ji bajarokê Xariye û welatiyek ji Helebê birîndar bûne.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve di encama 284 bûyerên tevliheviya ewlehiyê de 279 kesan jiyana xwe ji dest da.

(bb)